RUBIO: HIZBULLAH DIJMINÊ SÛRIYEYÊ YE

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Çarşemê got ku Hizbullah a Libnanê gef e ji bo hikûmeta Sûriyeyê.

Rubio piştî hevdîtina xwe ya bi hevtayê xwe yê Çînî Wang Yi re li Manîlayê ji rojnamevanan re axivî û got ku Hizbullah dijminê Sûriyeyê ye û hewl dide wê têk bibe.

Wî diyar kir, "Rayedarên Îranî ji bo danûstandina li ser aloziya heyî bi me re peywendî kirine, lê em ji kêrhatîbûna van hevdîtinan guman dikin ji ber ku aliyê Îranî sozên xwe bi cih neaniye."

Wezîrê Derve yê Amerîkayê destnîşan kir ku "Îran di rewşeke dijwar de ye, nemaze bi enflasyonê û bandorên aloziyê li ser rewşa wê ya aborî."

Pê de çû û got: "li Tengava Hurmuzê êriş li ser keştiyan çêbûne û em azadiya navîgasyonê diparêzin û ji bo sînordarkirina şiyana Îranê ya armancgirtina keştiyan û gefxwarina li bazarganiyê dixebitin."

Rubio tekezî li ser pêwîstiya "pabendbûna Îranê ya vekirina Tengava Hurmuzê û garantîkirina azadiya navîgasyonê kir. Em ê qebûl nekin ku ti welatek rêgehên deryayî û rêyên avê yên cîhanê kontrol bike."

Wezîrê Derve yê Amerîkayê her wiha got: "Em dixwazin bi Îranê re çareseriyeke dîplomatîk bi dest bixin ku misoger bike ku çekên wê yên nuklerî dê tine bin."

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ