BERTEKÊN LI DIJÎ KIRYARA SOSRET A BIJÎŞKÊ LI AGIRIYÊ DIDOME

Sema Reşid 1 DEMJIMÊR BERÊ

Li Agiriyê bijîşkekî bi navê Alî Çakir reklameke sosret li ser medyaya civakî belav kir; Di reklamê de diyar kir ew “sineta jinan” dike.

Alî Çakir li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, “Ez li klînîka xwe sunetkirina jinan dikim.” Piştî bertekan, wî posta xwe guherand û got, “Ez li klînîka xwe çermê Hud radikim.”

Biryara TBByê

Piştî vê postê, Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) lêpirsînek dîsîplînî da destpêkirin, di heman demê de DEM Partiyê mijar bir rojeva parlamentoyê.

Şaxa Pizîşkên Jin û Tenduristiya Jinan a TBByê di daxuyaniyekê de ragihand ku lêpirsînek dîsîplînî li dijî pizîşkê navborî hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sinetkirina jinan kiryareke ku yekparçeyiya laşî, tendirustî û mafên mirovan ên bingehîn ên jin û keçan binpê dike û rêxistinên navneteweyî yên tenduristî û mafên mirovan, di nav de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, vê kiryarê red dikin.

DEM Partiyê rojev bir parlamentoyê

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag bi pirsnameyekê ve mijar bire rojeva parlamentoyê. Di wê pirsnameyê de DEM Partiyê ji Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memişogl pirsî gelo li dijî bijîşk û klînîka navborî tedbîrên îdarî hatine destpêkirin an na.

Daxuyaniya Baroya Wanê

Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê jî daxuyaniyek weşand û li ser parvekirinên medyaya civakî yên bijîşkî bertek nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sinetkirina jinan ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ve wekî binpêkirineke giran a mafên mirovan li dijî yekparebûna laşî ya jin û keçan û yek ji formên herî giran ên şîdeta li ser bingeha zayendî tê hesibandin, bêyî ku hincetek bijîşkî hebe.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nayê qebûlkirin ku bijîşk vê pratîkê rewa bike û ragihîne ku vê yekê li klînîka xwe dike. Hat gotin ku ev ne tenê binpêkirina exlaqa bijîşkî ye, di heman demê de binpêkirina rûmeta mirovan û qanûnê jî pêk tîne.

Helwesta CHPyê

Parlamentera CHPê ya Bursayê Kayıhan Pala jî li ser vê mijarê daxuyaniyek da. Pala diyar kir ku sunetkirina jinan binpêkirina mafên mirovan ên jin û keçan e û bi bîr xist ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Neteweyên Yekbûyî banga redkirina vê pêkanînê kirine. Pala, bi bîr xist ku Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) lêpirsînek dîsîplînî daye destpêkirin û diyar kir ku divê Wezareta Tenduristiyê jî demildest li ser vê mijarê tedbîran bigire.

Sema Reşid

1 DEMJIMÊR BERÊ