ARTÊŞA AMERÎKAYÊ PÊLA 12EMÎN A ÊRIŞA LI SER ÎRANÊ RAGIHAND

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan pêla 12emîn a êrişên li ser Îranê temam kiriye.

Di daxuyaniyek nivîskî ya CENTCOMê de wiha hat gotin, “CENTCOMê 12emîn şeva xwe ya li pey hev a êrişan li dijî Îranê, ku di saet 22:30an de dest pê kir, temam kir.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişan armancên leşkerî yên wekî şiyanên deryayî yên Îranê, tesîsên depoya mûşek û dronan, tesîsên çavdêriya peravan û hebûnên parastina asmanî kirine armanc û hat gotin êrîşan şiyana Îranê ya êrişkirina deryavanên sivîl û keştîyên bazirganî kêm kiriye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dorpêça Amerîkayê li Tengava Hurmizê berdewam dike, wiha hate gotin: Ji îro pê ve, CENTCOMê 9 keştîyên bazirganî yên rê li ber keştîyan bigire ku ji benderên Îranê derkevin an jî bikevin wan paşve vegerandiye û keştîyek jî ji kar derxistiye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zêdetirî 50 hezar leşkerên Amerîkî li Rojhilata Navîn hene.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ