POLAT: XEBATÊN JI BO VEKIRINA DERIYÊ SÎNORÎ DIDOMIN
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Polat ragihand xebatên ji bo vekirina deriyê sînorî yê Qamişlo-Nisêbînê berdewam dikin.
Omer Polat destnîşan kir ku bazirganî û trafîka rêwiyan li seranserê deriyên sînorî yên di navbera her du welatan de bênavber berdewam dike.
Li Enqereya Tirkiyeyê civîna “Herêmên Bazirganiya Azad û Pîşesaziyê li Sûriyeyê û Jîngeha Veberhênanê” hat lidarxistin.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Polat, Serokê Desteya Giştî ya Benderên Bejayî û Deryayî li Sûriyeyê Quteybe Ehmed Badawî, serokê Yekîtiya Ode û Borsayên Kelûpelan a Tirkiyeyê beşdarî civînê bûn.
Omer Polat derbarê qebareya bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de nirxandin kirin û got, “qebareya bazirganiyê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de par gihîştiye nêzîkî 3.75 milyar dolarî, ku zêdebûnek ji sedî 40 zêdetir nîşan dide", û tekez kir ku "her du welat dixebitin ku wê bigihînin 10 milyar dolarî.”
Desteya Giştî ya Bender û Gumrikê li ser kanala xwe ya Telegramê diyar kir ku “aliyên Sûrî û Tirk li ser rêbazên pêşxistin û bilindkirina têkiliyên aborî û bazirganî bo astên pêşketîtir, li gorî potansiyela berdest û berjewendiyên hevpar ên gelên Sûrî û Tirk, nîqaş kirin.”
Desteyê zêde kir ku di civînê de “mekanîzmayên ji bo zêdekirina qebareya bazirganiyê, hêsankirina tevgera kelûpel û kamyonan li ser deriyên sînor, pêşxistina trafîka transît, û çareserkirina pirsgirêkên ku bazirgan, hinardekar û hawirdekar pê re rû bi rû ne, ji bilî lêkolîna derfetên hevkariyê di warên veguhastin, lojîstîk, herêmên azad û benderên hişk de, hatine nîqaş kirin.”
Desteyê got, “Her du aliyan girîngiya “hevrêziya berdewam di navbera saziyên têkildar ên her du welatan de, xebata ji bo hêsankirina prosedurên gumrik û îdarî, û lezandina herikîna bazirganiyê, bi vî rengî pozîsyona Sûriye û Tirkiyeyê di nav rêyên bazirganî û veguhastinê yên herêmî de xurt dike û beşdarî girêdana bazarên Erebî bi bazarên Tirk û Ewropî re dibe.”
2 DEMJIMÊR BERÊ