DEM BI DAWÎ BÛ; 10392 CV HATIN WERGIRTIN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Saziya Medyayî ya KANAL8ê ji bo 203 kesan derfeta kar ragihandibû û îro roja dawî bû. Di nav deh rojan de 10 hezar û 392 CV gihiştine KANAL8ê.

Dezgeha Medyayî ya KANAL8ê beriya 10 rojan ji bo 203 kesan derfeteke kar ragihandibû. Îro roja dawî ya wergirtina CVyan bû. 10 hezar û 392 CV gihiştin û Saziya Medyayî ya KANAL8ê spasiya baweriya medyayê û welatiyan kir ji bo hejmareke mezin ji CVyên ku ji wan re hatine şandin.

Tevahiya daxuyaniya KANAL8ê wiha ye:

Saziya Medyayê ya KANAL8ê di 13ê Tîrmehê de deriyê serlêdanên ji bo 203 derfetê kar ên li beşên cuda yên saziyê ji bo 10 rojan vekir, roja dawî îro bi dawî bû.

Di van 10 rojan de, 10 hezar û 392 CVyên kesên ku li kar digerin hatine şandin ku ev baweriya rojnamevan û gelê Kurdistanê ye ji bo saziya medyayê ya KANAL8ê diyar dike û KANAL8ê ji bo vê baweriyê spas dike.

Saziya Medyayê ya KANAL8ê ji hemû serlêderên ku CVyên xwe şandine re piştrast dike ku pêvajoya verastkirin û veqetandinê li gorî beşên cuda dê îro dest pê bike. Kesên ku di hilbijartina komîteya taybet de bi ser bikevin, dê di demek nêzîk de ji bo hevpeyvînekê werin vexwendin.

Saziya Medyayî ya KANAL8ê

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ