WEZÎRÊ XWENDINA BILIND Ê SÛRIYEYÊ SERDANA ZANÎNEGHA ROJAVAYÊ KIR
Di serdana xwe de ji bo Parêzgeha Hesekê; Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Dr. Merwan Helebî, tevî Parêzgarê Hesekê, Endezyar Nûredîn Ehmed, roja Pêncşemê serdaneke meydanî li Zanîngeha Rojava li Qamişloyê kir.
Piştî serdanê, Parêzgar bi amadebûna Birêvebera Herêma Qamişloyê Dr. Cîhan Hesam û Birêz Hesen Şaro, endamê Komîteya Entegrasyonê ya Rêveberiya Xweser, bi karmendên birêveberî û perwerdeyê yên zanîngehê re civînek li dar xist da ku mekanîzmaya entegrekirina Zanîngeha Rojava di nav sîstema xwendina bilind a Sûriyeyê de nîqaş bike.
Di civînê de çend mijarên têkildarî rewşa niha ya xwendina bilind li Parêzgeha Hesekê û rêbazên bipêşxistina wê û baştirkirina kalîteya aliyê akademîk wê hatin nîqaşkirin. Her wiha nîqaşên berhemdar li ser rewşa niha ya xwendina bilind li zanîngehê û nîqaşek li ser pirsgirêk û pêdiviyên herî berbiçav jî hatin kirin.
Beşdaran li ser mekanîzmayên pêkanîna pêvajoya entegrasyonê bi awayekî ku temamkirina proseyên di çarçoveyên yasayî û birêveberiyê de misoger bike, xizmeta berjewendiyên xwendekar û karmendên akademîk bike û beşdarî bipêşveçûna sektora xwendina bilind li parêzgehê bibe, nîqaş kirin.
Şandeyê serdana xwe bi gera li beş û laboratuarên zanistî yên zanîngehê bi dawî kir.
2 DEMJIMÊR BERÊ