HELEBÎ: EM Ê ZANÎNEGEHA ROJAVA ENTEGREYÎ SÎSTEMA PERWERDEYÊ BIKIN
Îro Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Dr. Merwan Helebî, tevî Parêzgarê Hesekê, Endezyar Nûredîn Ehmed serdaneke meydanî li Zanîngeha Rojava li Qamişloyê kir. Piştî serdana xwe, Dr. Merwan Helebî der barê entegrekirina Zanîngeha Rojavayê di nava sîstema perwerdeya Sûriyeyê de axivî û behsa nexşerêyekê kir.
Helebî got: "Projeya entegrekirina Zanîngeha Rojavayê di nav sîstema xwendina bilind de ya li parêzgeha Hesekê; li gorî pêdeçûneke akademîk û yasayî ya berfireh tê birêvebirin ku parastina mafên xwendekar û endamên fakulteyê garantî dike û kalîteya pêvajoya perwerdehiyê diparêze."
Helebî amaje bi nexşerêyekê kir û got: "Di civîna me de ya bi Encûmena Zanîngeha Rojavayê re, me nexşerêya pêşniyazkirî ya ji bo projeyê nîqaş kir. Nexşe bi nirxandineke berfireh a rewşa akademîk û birêveberiyê dest pê dike, di nav de nirxandina mercên xwendekaran, bernameyên xwendinê, karmend û çavkaniyên perwerdehiyê û misogerkirina ku mafên ti xwendekaran nayên binpêkirin an jî pêşveçûna wan a akademîk nayê astengkirin."
Wezîrê Xwendina Bilind behsa qonaxa duyem kir û got: "Di qonaxa duyem de, dê lihevhatina planên xwendinê, wane û saetên xwendinê li gorî prensîbên zanistî yên rast û avakirina mekanîzmayên dadperwer ji bo wekheviya waneyan û bicihanîna hewcedariyên akademîk vedihewîne. Ev ê veguheztineke rêkûpêk misoger bike ku kalîteya perwerdehiyê û yekîtiya pîvanên akademîk diparêze."
Helebî pê de çû û got: "Qonaxa di pişt re; dê proseyên yasayî û akademîk ên pêwîst di nav sîstema xwendina bilind de pêk bên û werin temamkirin. Ev yek dê yekbûna saziyên zanîngehê li parêzgeha Hesekê zêde bike û kalîteya perwerde û lêkolînên zanistî bilind bike."
Di dawiyê de wiha got: "Heya ku hemû lêkolînên teknîkî biqedin, Wezaret ti gavan naavêje. Ji hêla yasayî ve, bi awayekî ku dad û zelaliyê misoger bike û mafên hemû xwendekar û karmendên akademîk biparêze."
1 DEMJIMÊR BERÊ