ZEYDÎ SERDANA ÎRANÊ KIR Û LI SER GELEK MIJARAN LI HEV KIRIN Û PEYMAN ŞANENAVKIRIN
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî li Tehranê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re civiya. Di civînê de tekezî li ser xurtkitina têkiliyan û parastina ewlehiya sînor hate kirin û her du aliyan ji bo xurtkirina hevkariya dualî di warên veguhastin, aborî û birêveberiyê de gelek peyman şanenav kirin.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî giha Tehranê. Piştî ku li balafirgeha Tehranê hate pêşwazîkirin, Zeydî serdana Qesra Saedabadî li Tehranê kir û ji aliyê Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ve hate pêşwazîkirin.
Piştî merasîmên pêşwaziyê, Zeydî û Pezeşkiyan civîneke dualî li dar xistin û li ser çend mijarên berjewendiya hevpar nîqaş kirin, di nav de; Avakirina mekanîzmayekê ji bo xebata Komîteya Aborî ya Hevbeş a Iraq-Îranê.
Zeydî got, "Serdana min a Îranê ji bo xurtkitin û nûkirina têkiliyan ye, hwe wiha pireke dostane di navbera her du gelan de ye. Em ê mijarên têkildarî her du welatan û herêmê nîqaş bikin."
Der barê rewşa ewlehiyê de û i taybet li ser sînoran, Zeydî got ku ewlehiya wan hevpar e û dê rê nedin ku ji axa Iraqê ti gef Îranê were xwarin.
Der barê dîroka hevkariya Tehranê, Zeydî helwesta bi heybet a Îranê di piştgiriya Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de bi bîr xist û daxwaza veberhênana hevbeş bi Tehranê re di warên cûda de kir.
Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ji bo helwesta Iraqê di merasîma oxirkirina termê Xamineyî de, spasiya xwe Iraqê kir.
Der barê giringiya ewlehiyê de, Serokkomarê Îranê tekez kir ku aramiya ewlehiyê pir giring e û dê li ser rewşa bipêşketina dualî bandor bike û di navbera her du welatan de derfetên veberhênanê yên giring hene.
Pişt re, Elî Zeydî û Mesûd Pezeşkiyan dest bi merasîmên şanenavkirina hejmareke peyman û lihevkirinên hevbeş kirin, di nav wan de;
Peymana Veguhestina Kelûpelan a Navneteweyî ya Bejayî û Barhilgir.
Peymana avakirina xeta trênê ji Kirmaşanê heta Xosrevî-Xaneqîn-Bexdayê.
Peymana di navbera Sekreteriya Bexdayê û Şaredariya Tehranê de.
Peymana di Birêveberiya Giştî û Perwerdehiya Çavkaniyên Mirovan de.
Tê plankirin ku Zeydî dê di 28ê Mijdarê de serdana Tirkiyeyê bike, pişt re here Erebistana Siûdî û Sûriyeyê.
2 DEMJIMÊR BERÊ