AMERÎKA BACÊN NÛ LI SER KELÛPELÊN RÛSYAYÊ SEPAND
Amerîka û li gorî ku ka kelûpel di bin fişara kedê de tên hilberandin an na, bacên nû yên ji sedî 10 heta ji sedî 12.5 li ser kelûpelên Rûsyayê sepand û ev biryar dê bandorê li 60 kompanyayan bike.
Nûnerê Bazarganiyê yê Amerîkayê Jameson Greer got ku Amerîka nêzîkî sedsalekê ye ku kelûpelên bi ked û zorê tên hilberandin qedexe kiriye û bi tundî wan bi cih tîne.
Barcên nû yên Amerîkayê, ku roja Înê ketin meriyetê, ji sedî 10 heta ji sedî 12.5 in û aboriyên herî mezin ên cîhanê vedihewîne, welatan li gorî pabendbûna wan bi yasayên kedê bi zorê re dikin du kategoriyan. Ji ber vê yekê, ew bi rêjeya %10 têne backirin.
Lê kategoriya duyem, bi bacê %12.5, welatên ku yasayên pêwîst qebûl nekirine, di nav de Rûsya, Çîn, Hindistan, Brîtanya, Brezîlya, Japonya û Koreya Başûr û piraniya hevkarên bazarganî yên Amerîkayê, dihewîne.
Trump berê bacên gumrikê li ser Rûsyayê speandibû, lê Dadgeha Bilind a Amerîkayê gelek ji wan betal kir, ji ber vê yekê sepandina bacên nû wekî rihetiyekê ji siyaseta bacê ya birêveberiya Trump tê dîtin da ku sizayên berê hatine rakirin biguhezîne.
2 DEMJIMÊR BERÊ