BI NEH DRONAN ÊRIŞÎ HEWLÊRÊ HATE KIRIN
Sibeha Înê li Hewlêrê rêzeêrişên bi dronan hatin kirin, li gorî raporan, heta niha bi neh dronan êrîş hatiye kirin û piraniya wan ji aliyê sîstema parastina Hevpeymaniyê ve hatine teqandin.
Piraniya êrişên bi dronan li nêzîkî balafirgeha Hewlêrê, baregeha hêzên Hevpeymaniyê hatine kirin, hin ji wan ji aliyê sîstema parastinê ya baregeha leşkerî ya Hevpeymaniyê ve hatine teqandin û yên din jî li ser erdên çandiniyê yên li herêmê ketine.
Li gorî zanyariyên KANAL8ê, beşeke din ji dronan li nêzîkî malên Komelgeha Sêbîranê ketine û bûye sedem ku agir bi wan deveran bikeve.
Geştên firînê li balafirgeha Hewlêrê tavilê hatin betalkirin û geşteke firînê jî di kêliya dawî de hat betalkirin. Tîmên parastina sivîl ji ber egera êrişeke din, nikaribûn herin nêzîkî cihê ketina dronan.
2 DEMJIMÊR BERÊ