OZEL TEVÎ 91 PARLAMENTERAN JI CHP'YÊ VEKIŞIYAN Û PARTIYA NÛ DAMEZRANDIN
Daxwaza damezrandina Partiya Nû ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê re hate pêşkeşkirin û daxwaza avakirina fraksiyona partiyê jî ji serokê parlementoya Tirkiyeyê re hate şandin. Di heman demê de, Ozgur Ozel û 91 parlamenterên CHPyê ji partiyê vekişiyan.
Îro li Tirkiyeyê guhertineke mezin a siyasî qewimî û daxwaza avakirina Partiya Nû pêşkeşî wezareta navxwe ya Tirkiyeyê hate kirin.
Di daxwaznameyê de behsa Serokê Partiyê Ozgur Ozel û damezrîneran, tevî nav û logoya partiyê hatiye kirin.
Hevdem daxwaza damezrandina fraksiyona partiyê jî, ji serokê Parlementoya Tirkiyeyê re hatiye şandin.
Piştî van her du gavan, Serokê CHPyê yê ji kar dûrxistî û serokê fraksiyonê Ozgur Ozel piştî 34 salan ji CHPyê veqetiya.
Tevî Ozel, 91 parlamenterên CHPyê jî vekişiyan û tev li Partiya Nû bûn.
3 DEMJIMÊR BERÊ