BAHÇELÎ: DIVÊ BEŞEK JI BUDCEYA CHP'YÊ JI PARTIYA NÛ RE BIÇE
Devlet Bahçelî daxwaz kir ku beşek ji budceya CHPyê ji partiya Ozel re were dayîn.
Tê payîn ku Ozgür Ozel û hevkarên wî roja Înê ji bo avakirina partiyeke nû serlêdanekê pêşkêşî Wezareta Navxwetî bikin.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî, ku rexne li Ozel kiriye, got ku ji ber ku Partiya Nû dê ji CHPyê veqete û hemî baregeh û milkên wê dê ji CHPyê re bimînin, sincî ye ku parekê ji budceya CHPyê bidin Partiya Nû.
CHP dê ji xezîneya dewletê 1.815 milyar lîre werdigire. Bahçelî got ku divê Partiya Nû li gorî hejmara parlamenterên ku ji CHPyê veqetiyane û tev li Partiya Nû bûne, beşekê ji budceya CHPyê werbigire.
Li gorî Yasaya Partiyên Siyasî, divê her partî beşdarî hilbijartinên dawî bûbe da ku ji xezîneya dewletê alîkariyê werbigire. Ji ber vê yekê, Partiya Nû nikare vê alîkariyê werbigire.
3 DEMJIMÊR BERÊ