ROJNAMEYA TIRKIYE: RÊ NAYÊ DAYÎN KU KADROYÊN PKK'YÊ VEGERIN TIRKIYEYÊ
Medyaya Tirkiyeyê dibêje ku destûr nayê dayîn ku kadroyên payebilind ên PKKyê vegerin Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê û egerek heye ku li Herêma Kurdistanê bimînin.
Li gorî rapora rojnameyeke Tirkiyeyê ya nêzîkî hikûmetê, ew yasaya ku tê payîn meha bê li ser Pêvajoya Aştiyê bê derxistin, rê nade kadroyên payebilind ên PKKyê vegerin Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.
Rojnameyê diyar kir, berê dihat gotin ku kadroyên payebilind ên PKKyê dê biçin welatê sêyem, lê niha egerî heye ku li Herêma Kurdistanê, bi taybetî li parêzgeha Silêmaniyê bimînin.
Li gorî rojnameyê, yek ji armancên serdana serokê MITyê ya Herêma Kurdistanê ev bû.
Rojnameya Tirkiyeyê daye zanîn ku qonaxa yasayî ya Pêvajoyê dê bi rêya çend qonaxan pêk were. Di qonaxa yekem de, endamên PKKyê yên ku bi behaneya PKKyê girtî ne, dê tevî endamên PKKyê yên ku li gorî Tirkiyeyê "sûc" nekirine, werin vegerandin.
Bi vî awayî jî, hejmareke zêde ji endamên PKKyê yên ku li gorî Tirkiyeyê "sûcdar" in û beşdarî çalakiyan bûne, di vê qonaxê de destûr nayê dayîn ku vegerin Tirkiyeyê.
Di heman demê de, ew kesên li Ewropayê ku Tirkiye wan wekî endam û alîgirên PKKyê bi nav dike, dikarin vegerin Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.
3 DEMJIMÊR BERÊ