NETEWEYÊN YEKBÛYÎ LI SÛRIYEYIYÊN KU ÇARENÛSA WAN HÎN NEDIYAR E DIGERE

Elî Zalo 2 DEMJIMÊR BERÊ

Seroka Rêxistina Windabûyiyan a Sûriyeyê ya NYyê ragihand ku di navbera 130 û 300 hezar Sûriyeyî hîn jî winda ne û got, "Em hîn nêzîkî hejmarên rastîn nebûne û em ji bo dîtina çarenûsa windayiyan dixebitin, em vê yekê wekî kirineke sincî ji bo avakirina aramî û aştiyê dibînin."

Seroka Rêxistina Windabûyiyan a Sûriyeyê ya NYyê Karla Quintana, di daxuyaniyekê de ragihand, wan li ser zêdetirî 75 hezra belgehan lekolîn kirine û bi rêxistinên civaka sivîl ên Sûriyeyî re dixebitin da ku çarenûsa Sûriyeyiyên winda bibînin û diyar dike "Bila Sûriyeyî piştrast bin ku ew ne bi tenê ne."

Karla Quintana eşkere dike ku piraniya windayiyan welatiyên ku çarenûsa wan di destê rejîma berê ya Sûriyeyê de bûn nediyar e yan jî di dema koçberiyê de winda bûne û di destê DAIŞê û piştî guhertina rejîmê li Sûriyeyê de winda bûne, piraniya wan zarok in.

Wê bang li her kesî kir, bi taybetî jî li Sûriyeyiyên ku li Tirkiye, Libnan, Urdun û Almanyayê dijîn, ku ji bo dîtina çarenûsa windayiyan alîkariya wan bikin.

Elî Zalo

2 DEMJIMÊR BERÊ