DI 6 MEHAN DE AZERBAYCANÊ 700 MILYON METRE, XAZ JI SÛRIYEYÊ RE ŞANDIYE

Elî Zalo 2 DEMJIMÊR BERÊ

Ji bo piştgirîkirina sektora enerjî û zêdekirina berhemanîna kehrebayê, di nava şeş mehan de hikûmeta Azerbaycanê rêjeyekê zêde ya xaza xwezayî ji Sûriyeyê re şandiye.

Wezareta Enerjiyê a Azerbaycanê ragihand, di nava şeş mehên destpêkê yên îsal de hikûmeta wan nêzî 700 milyon metre sêca ji xaza xwezayî ji Sûriyeyê re şandiye.

Beriya niha Serokê Azerbaycanê Ilham Aliyev ragihandibû ku proseya şandina xaza xwezayî ji Sûriyeyê re dest pê kiriye û plana wan heye ku xaza xwezayî ji welatên derdora Sûriyeyê re jî bişînin.

Di meha tebaxa 2025an de hikûmeta Azerbaycanê dest bi şandina xaza xwezayî ji Sûriyeyê re kir ew jî bi rêya hêla boriya Kilîs û Helebê re.

Ji bilî Sûriyeyê; di nava şeş mehan de, Azerbaycanê pênc milyar û 900 milyon metre sêca ji welatên Ewropayê, çar milyar û 900 milyon metre sêca ji Tirkiyeyê re û milyarek û 200 milyon metre sêca ji Gorcistanê re şandiye.

Elî Zalo

2 DEMJIMÊR BERÊ