ANTONIO GUTERRES HEFTEYA BÊ SERDANA SÛRIYEYÊ DIKE
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Sekreterê wê yê Giştî Antonio Guterres dê di dawiya vê hefteyê de serdana Sûriyeyê bike, ku ji dema wî dest bi kar kiriye, ev serdana wî ya yekem e.
Di serdana xwe ya ji Şamê re, Guterres plan dike ku bi Serokê Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şeri re, her wiha bi hejmarekê ji rayedarên hikûmetê, di nav de Wezîrê Derve Esed Şeybanî re bicive da ku li ser rêzemijarên berjewendiya hevbeş gotûbêjan bikin.
Serdana çaverêkirî di demekê de tê ku têkiliyên di navbera Sûriye û Neteweyên Yekbûyî de bi lez bi pêş ve diçin, piştî rêzecivîn û serdanan ku li ser veguheztina siyasî, vejîna aborî, veguheztina dadweriyê û vegera penaberan piştî guhertinên siyasî yên ku ji 8ê Kanûna a 2014an vir ve li Sûriyeyê qewimîne, hatine lidarxistin.
Serdana Guterres wekî gaveke giring û encamên diyaloga berdewam a di navbera Şam û rêxistina navneteweyî de tê dîtin û balê dikişîne ser piştgiriya veguheztinê û çareserkirina pirsgirêkên mirovî û aborî li Sûriyeyê.
3 DEMJIMÊR BERÊ