TÎMÊN TENDURISTIYÊ BI HAWAR KOÇBERÊ SERÊKANIYÊ VE ÇÛN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Koçberekî Serêkaniyê bi navê Sibhî Bekir Îsmaîl li kampa Serêkaniyê ya li Hesekê papor pê de teqiya bû, rewşa wî gelekî xirab bûbû û pêwîstiya wî bi alîkariya pizîşkî hebû.

Duh endamên Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mihemed Haco, dîmenekî taybet ê koçberekî ji Kampa Serêkaniyê ji KANAL8ê re şandibû, ku berî 3 rojan ji ber teqîna papora gazê bi giranî şewitî bû û pêwîstiya wî bi nexweşxaneyê hebû. Ew bûbû 3 roj di bin konê xwe de, rûbirûyî germê û bêkehrebiyê; êşa xwe dadiqurtand.

KANAL8 dîmenê Sibhiyê koçber belav kir û hewl da dengê wî bigihîne cihê peywendîdar.

Duh bi derengî, tîmên tenduristiyê piştî bangewaziyê bi hawar Sibhî Îsmaîl ve çûn û birin nexweşxaneyê û niha li wir tê dermankirin.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ