JI BER EHMED ŞERI, SOZCU TV RASTÎ LÊPIRSÎNÊ HAT
Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyeyê ji ber raporekê der barê Serokê Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şeri ku li ser weşana Sozcu TVyê hatibû weşandin, lêpirsînek da destpêkirin.
Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê a Tirkiyeyê-RTUKyê lêpirsînek li ser Sozcu TVyê da destpêkirin ku televîzyoneke alîgirê opozîsyonê ye. RTUKyê ragihandiye ku Sozcu TV "tawanên bêbingeh" li dijî serokê Veguhêz ê yê Sûriyeyê Ehmed Şeri bi kar aniye û angaşt kir ku ev daxuyanî "bi nerîna siyaseta derve û dîplomasiya Tirkiyeyê re naguncin."
Pêşkêşa nûçeyan a Sozcu TVyê Serap Belovacikli, di bultena xwe ya "Nûçeyan" de, gotibû, em ne ew milet in, dema ku hûn kravatê dixin stuyê Nisreciyekî yan jî wî bikin serokkomar, em jî çepikan jê re lêxin. Her wiha gotibû, Hûn nikarin wiha li me bikin, dema ku hûn kravatê dixin stuyê terorîstan û em jî rêzê li wan bigirin.
Sozcu TVyê, di çarçoveya rexnekirina desthilata Tirkiyeyê de, weşana xwe dike. Ev gotinên ku pêşkeşa wê jî li ser Ehmed Şeri gotibûn, arasteyî desthilata Tirkiyeyê kiribûn. Lê Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Tirkiye-RTUKyê li ser van gotinan, lêpirsînek da destpêkirin. Di daxuyaniya xwe de, RTUKyê angaşt kir ku, ev gotin "bi nêrîna siyaseta derve û dîplomasiye Komara Tirkiyeyê re nagunce."
Di daxuyaniya xwe de, RTUKyê dibêje "Hatiye çespandin ku kanaleke televîzyonê, tawanên bêbingeh arasteyî Serokkomarê rewa yê cîranê me Sûriyeyê kirine û ev yek jî dikarin zirarê bidin têkiliyên cîrantiya me û bi nêrîna siyaseta derve, prensîbên bingehîn û dîplomasiya Komara Tirkiyeyê re nagunzin. Lewre li ser weşana ku tê nîqaşkirin, lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Lêpirsîna li ser weşanê ji aliyê Pisporên Çavdêriyê yên Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê a Tirkiyeyê ve di çarçoveya prensîbên xizmeta weşanê yên têkildar ên Yasaya Hejmar 6112an a li ser Sazkirin û Xizmetên Weşanê yên Radyo û Televîzyonê de, bi baldarî tê meşandin. Ev bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.
2 DEMJIMÊR BERÊ