LI EFRÎNÊ RENGÊ ZER LI SER DERGEHÊN DIKANAN HATE QEDEXEKIRIN
Nûrhat Hesen 3 DEMJIMÊR BERÊ
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê xwediyên dikanan hatin agahdarkirin ku qedexe ye dergehên dikanên xwe an ku derabiyên dikanên xwe zer bikin.
Xwediyê dikanekê ji Efrînê ku nexwest navê xwe bibêje, ji KANAL8ê re ragihand ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn ji xwediyên dikanan xwestiye rengê zer ji ser dergehên dikanên xwe rakin.
Xwediyê dikanê got, Hêzên Ewlehiyê sedema biryarê ji wan re şîrove nekiriye û diyar kir, di heman dema ku ev biryar tê standin dergehên dikanan bi hemû rengan hene û ji nav wan de jî ala Tirkiyeyê.
Tê zanîn ku di nav kirîza Sûriyeyê de; Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi rengê zer hatine naskirin û ala wan jî ji xwe zer bûye.
Nûrhat Hesen
3 DEMJIMÊR BERÊ