LI SER RÊYA DÊRAZOR Û ŞAMÊ BÛYEREKE TIRAFÎKÊ YA DIJWAR RÛ DA

Nûrhat Hesen 2 DEMJIMÊR BERÊ

Li ser rêya Dêrazor û Şamê bûyereke trafîkê ya dijwar rû da û bi dehan kes bûne qurbanî.

Li gorî agahiyan, baseke leşkerî û baseke sivîl li ser rêya Dêrazor û Şamê di navbera navçeyên Sexnê û Tedmurê de bi dijwarî li hev ketine.

Wezareta Tendirustiyê ya Sûiyeyê ji Kanal Fermî ya Sûriyeyê re diyar kir, 35 kes hatine kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûne.

Rêxistina Bereveniya Sivîl a bi "kumspiyan" tê naskirin, destnîşan kir, di encama bûyerê de agir bi basekê ketiye û wan ew agir vemirandiye û li gorî agahiyan agir bi basa leşkerî ketibû.

Nûrhat Hesen

2 DEMJIMÊR BERÊ