EBDÎ: EM XEMGINIYA MALBATÊN QURBANIYAN PARVE DIKIN 

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Fermandarê Giştî yê HSDyê derbarê qezaya li Dêrazorê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û got, “Em sersaxiyên xwe yên kûr ji malbatên qurbaniyan re dixwazin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê qezaya li Dêrazorê li ser hessabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke sersaxiyê weşand.

Mezlûm Ebdî got, “Me bi xemgîniyek mezin nûçeya qezaya trafîkê ya trajîk a li ser rêya Dêrazorê wergirt, ku di encamê de bi dehan ji gelê me yê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan.”

Ebdî sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û wiha pê de çû: Em sersaxiyên xwe yên herî kûr ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û ji birîndaran re başbûneke bilez dixwazin.

Fermandarê Giştî yê HSDyê got ew di vê bûyera bi êş de xemgîniya malbatên qurbaniyan parve dikin û got, “Ji Xwedê dixwazin ku rehmê li miriyan bike û sebir û aramiyê bide malbatên wan.”

Îro li ser rêya di nav bera Dêrazor û Şamê de, 2 otobusên rêwiyan li hev qelibîn. Di encama qezayê de 35 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ