MEDYAYA TIRKIYEYÊ NAVEROKA YASAYA ÇARÇOVEYÊ BELAV KIR

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Medyaya Tirkiyeyê behsa naveroka "Yasaya Çarçoveyê" kir û hin agahî belav kirin, ku li gor Yasaya Çarçoveyê; endamên PKKyê yên ku vegerin, dê piştî 5 salan karibin karê siyasî bikin.

Rojnameya Cumhuriyetê behsa naveroka Yasaya Çarçoveyê kir ku wiha tê pêşbînîkirin ku Partiya Dad û Geşepêdan Ak Partî roja duşemê, pêşnûmeya Yasaya Çarçoveyê pêşkeşî parlementoyê bike û her dema ku çekdanîna rêxistinê ji aliyê dewletê ve were piştrastkirin, dê yasa bikeve meryetê.

Heman çavkaniyê diyar kir ku dê Yasaya Çarçoveyê bi navê "Pêşnûmeyasaya Jinavbirina Rêxistina Terorê ya PKK-KCKyê û Çekdanîn û Bidawîanîna Wê ya Yasayî" yan jî bi navekî ku bişibe vê were pêşkeşkirin.

Rojnameya Cumhuriyetê diyar kiriye ku di qonaxa yekem de endamên rêxistinê yên ku tev li sûcan nebûne, dê sûdê ji yasayê werbigirin û ev kes dema ku vedigerin Tirkiyeyê, dê demekê di bin kontrola dadî de bimînin û kirina xebata siyasî heya 5 salan dê qedexe be.

Li got agahiyên ku ji çavkaniyên nava Ak Partiyê hatine bidestxistin; di bara yekem a yasayê de ji bo berpirsên rêxistinê ti hêsankarî yan tiştekî taybet tine ye, ji bo wan dê di qonaxên pêş de piştî ku di yasaya sizayê de guhertin werin kirin, dê gav werin avêtin.

Her wiha di Yasayê de ji bo statuya Abdullah Ocalan jî ti hêsankarî yan tiştekî taybet dê çênebe, lê hin çavkanî diyar kirine ku dibe di mercên girtîgehê yên Ocalan de hin guhertin werin kirin.

Rojnameyê daye zanîn ku di mijara bergeha Yasayê de di navbera Ak Partî û DEM Partiyê de nakokî hene, ku DEM Partiyê daxwaz dike yasa tevahiya endamên rêxistine bigire nava xwe bêyî ku tevlibûna wan a di sûcan de li ber çavan were girtin, lê Ak Partî dijî vê yekê ye û nîqaşên her du aliyan li ser vê mijarê didomin.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ