AMERÎKA: TIRKIYE NIKARE TEV LI BERNAMEYA F-35AN BIBE

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi fermî ragihand ku Tirkiye hîn mercên yasayî yên vegera bernameya F-35an pêk neaniye, Ji ber vê yekê jî di mercên heyî de wê F-35an nedin Tirkiyeyê.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi nameyeke fermî ku ji ji Kongresê re şandiye ragihand, Tirkiye hîn mercên ku di yasayên Amerîkayê de hatine destnîşankirin pêk neaniye û ji ber vê yekê nikare dîsa bibe beşdarê bernameyê.

Ev daxuyanî di demekê de hat ku di mehên dawî de hinek nîşaneyên germbûna têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê derketibûn holê. Her çend di birêveberiya Amerîkayê de hin daxuyaniyên erênî der barê pêşxistina têkiliyên du aliyan de hebûn, lê Wezareta Derve di nameya xwe de diyar kir ku, yasayên heyî hîn jî li cihê xwe ne û mercên wan divê bên bicihanîn.

Bingeha pirsgirêkê jî pergala berevaniya hewayî ya S-400 a Rûsyayê ye û Amerîka ji sala 2019an ve dibêje ku hebûna vê pergalê bi F-35an re li hev nayê, ji ber dibe ku agahiyên teknîkî yên balafirê bikevin destê Rûsyayê û ji ber vê yekê Tirkiye di wê demê de ji bernameya F-35an hatibû derxistin.

Di nameya nû de jî Wezareta Derve ya Amerîkayê dubare kiriye ku ji bo Tirkiye karibe dîsa vegere bernameyê, divê pirsgirêka S-400 bi tevahî were çareserkirin, pergala Rûsayî û amûrên wê ji holê werin rakirin û her wiha garantî were dayîn ku Enqere êdî pergalên wekî S-400 nekire.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ