KARASU: HEYA EM PÊŞNÛMEYA YASAYÊ BIBÎNIN, EM Ê HELWESTA XWE DIYAR BIKIN

Elî Zalo 1 DEMJIMÊR BERÊ

Endamê Konseya Birêveber a KCKyê Mistefa Karasu diyar kir ew li benda pêşnûmeya Yasaya Çarçoveyê ne ku radestî wan bê kirin û got, "Piştî em pêşnûmeya Yasaya Çarçoveyê bibînin, em ê helwesta xwe bi zelalî diyar bikin."

Endamê Konseya Birêveber a KCKyê Mustafa Karasu di bernameyeke taybet de ya Medya Haberê, hevdîtinên bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, gera DEM Partiyê, Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û gotûbejên li ser Yasaya Çarçoveyê nirxandin.

Mistefa Karasu got: "Niha em li benda dîtina pêşnûmeya Yasaya Çarçoveyê ne û piştî dîtina navaroka wê, em ê helwesta xwe bi zelalî eşkere bikin."

Karasu eşeker kir ku bi rêya medyayê hinek naverokên yasayê ji wan re hatibûne şandin, lê ew naveroka wê Yasaya Çarçoveyê bi vî şêweyî qebûl nakin.

Li gorî Mistefa Karasu, di nava Yasaya Çarçoveyê de, bicihkirina hevako "Rêxistina Terorê" ne rast e, ji ber ku wan partiya xwe hilweşandiye, têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye û ew dixwazin di çarçoveya siyaseta demokratîk de û bi diyarkirina statuyê re li Tirkiyeyê ti pirsgirêk çênebin da ku pirsgirêka Kurd çaser bibe.

Endamê Konseya Birêveber a KCKyê Mistefa Karasu tekez kir ku ew Pêvajoyê rast dibînin û piştgiriya wê dikin.

Elî Zalo

1 DEMJIMÊR BERÊ