DOGAN: PÊŞNÛMEYA NIVÎSKÎ YA YASAYA ÇARÇOVEYÊ NEGIHAYE DESTÊ OCALAN

Sidar Basut 1 DEMJIMÊR BERÊ

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan daxuyaniyeke taybet da KANAL8ê û got: "Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, ti pêşnûmeyeke nivîskî nedaye Birêz Ocalan"

Der barê hevdîtinên Îmraliyê û metnên pêşnûmeyê yên hatine pêşkêşkirin; ji gelek aliyên cuda daxuyanî tên dayîn.

Di demên dawî de, Emin Ekmen bi rêya KANALA me diyar kir ku hevdîtinên di navbera MIT (Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî) û Ocalan de berdewam dikin û di 15 rojên dawî de gelek şanenav hatine kirin û mirov hatine şandin.

Lê belê, DEM Partiyê diyar kiribû ku ti pêşnûme negihane Ocalan. Ji aliyê din ve, Mistafa Karasu angaşt kir ku pêşnûmeyeke nivîskî li ber destê Ocalan heye.

Piştî van daxuyaniyên nakok, Ayşegul Dogan, li ser navê DEM Partiyê daxuyaniyeke taybet da KANAL me û got: "Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, ti pêşnûmeyeke nivîskî nefade Birêz Ocalan."

Sidar Basut

1 DEMJIMÊR BERÊ