ŞERI: DI CIHBICIHKIRINA PEYMANA BI KURDAN RE DERENGÎ HEYE, LÊ EM PABEND IN

Kanal8 55 XULEK BERÊ

Serokê Veguhêz ê Sûriyeyê di bernameyekî televîzyonê de bi kanala Elcezîre re, behsa gelek mijaran kir û di nav de Peymana 29ê Çileyê û entegrasyona Kurdan.

Şeri di serî de behsa başkirina peywendiyan bi Îsrîlê re kir û got: "Bi beşdariya komekê ji welatan, em dixebitin da ku bi Îsraîlê re bigihin peymaneke ewelehiyê."

Şeri behsa giringiya peywendiyên bi Îsraîlê re kir û got: "Heger peymana ewlehiyê ya bi Îsraîlê re bi ser bikeve, ew ê rê li ber aştiyeke berfireh veke bêyî ku dem dev ji mafê Sûriyeyê li ser Bilindahiyên Colan ên dagirkirî berdin. Em ji şerê bi Îsraîlê re dûr dikevin, ji ber ku ew ne di berjewendiya me de ye."

Serokê Veguhêz ê Sûriyeyê behsa mijara Libnanê jî kir û got: "Her kirîzek li Libnanê dê rasterast bandorê li Sûriyeyê jî bike, ji ber wê em piştgiriyê didin serdestiya Libnanê li ser çekan û biryara wê ya der barê şer û aştiyê."

Behsa peywendiyên xwe û Hikûmeta Libnanê yên baş kir û got: "Em bi hikûmeta Libnanê re li ser çareseriyan nîqaş dikin da ku alîkariya ewlehiya Libnanê bikin, ji ber çareseriya li Libnanê, ne pêwîst e ku çareseriyeke ewlehî be û em li ser çareserkirineke berfireh a kirîzê dixebitin."

Şeri behsa Peymana 29ê Çileyê kir û got: "Di pêkanîn û cihbicihkirina peymana bi Kurdan re de, derengî çêbûye, lê em hîn jî pabendî wê ne û pê bawer in."

Behsa mijara windayiyan jî kir û got: "Me komîteyek ava kiriye da ku dosyaya kesên winda li gorî pîvanên navneteweyî û bi hevkariya welatên xwedî pisporî bi rê ve bibe."

Şeri di axaftinên xwe de behsa Iraqê kir û got: "Têkiliyên me yên bi Iraqê re, her ku diçe baştir dibin."

Kanal8

55 XULEK BERÊ