XALÊN YASAYA ÇARÇOVEYÊ JI RAYA GIŞTÎ RE HATIN RAGIHADIN
Sidar Basut 2 DEMJIMÊR BERÊ
Nûçegihîna KANAL8ê li Enqereyê Sîdar Basut, xalên ku ji raya giştî re hatine ragihandin veguhest.
Xalên der barê Pêvajoya Çareseriyê ku ji raya giştî re hatine ragihandin (pêşniyazkirin) ev in:
- Yasaya Çarçoveyê vê hefteyê li Parlamentoyê tê pêşberî Komisyona Dadê.
- Rêzikname dê ji 15 xalan pêk bê.
- Tê hêvîkirin ku dema danîna çekan û vegerê; 6 meh an jî 1 sal be.
- Sûdwergirtina ji yasayê wê bi merc be; ew merc jî ev e, bê qeyd û merc divê çek bên danîn.
- Endamên PKKyê yên ku tev li ti sûcan nebûne, wê ji xalên poşmaniya çalak a Yasaya Sizayê ya Tirkiyeyê (TCK) sûd werbigirin.
- Dosyayên kesên ku tev li sûcan bûne, dê yek bi yek ji aliyê dadgehan ve (Dadgehên Sezayê Giran ên Enqereyê) werin lêkolînkirin.
- Abdullah Ocalan û kadroya birêveberiya PKKyê nikarin ji vê yasayê sûd werbigirin.
- Ji bo endamên PKKyê yên ku dixwazin vegerin Tirkiyeyê, wê mercê kontrola dadî ya 3 an 5 salan were sepandin.
- Kesên ku sizayê girtina hetahetayê û giran girtine, wê li derveyî vê çarçoveyê bimînin.
- Kesên ku di dema diyarkirî de çekan daneyînin û xwe radest nekin, dê mafê xwe winda bikin. (Tê gotin ku ev dem 6 meh an jî 1 sal e. Lê belê bi biryara Serokkomariyê ev dem dikare were dirêjkirin).
- Herî kêm 5 salan destûr nayê dayîn ku ew di saziyên giştî (dewletê) de bixebitin û siyasetê bikin.
Sidar Basut
2 DEMJIMÊR BERÊ