KONÊ ŞER Ê LI DIJÎ HSD’YÊ HATIBÛ VEDAN HATE RAKIRIN

Nûrhat Hesen 1 DEMJIMÊR BERÊ

Li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê hin kesên ku navê eşîrên erebî li xwe dikin konê şer li başûrê Qamişloyê li navçeya di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz de danîn û bi çekan gef li HSDyê xwarin. 

Tevî ku konê şer di kevneşopiya eşîrên erebî yên Sûriyeyê de xwedî girîngiyeke lê ti eşîrên erebî yên bi nav û deng tev li kon nebûn û piştî sê rojan hate rakirin.

Ev kesên hûn dibînin, li başûrê Qamişloyê li navçeyên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz de konê şer li dijî HSDyê danîne.

Bi çekan gefan li hêzên Sûriyeya Demokratîk ya entegreyî Hikûmeta Veguhêz dibe dixwin. Xwestekên van kesên navê eşîrên erebî li xwe dikin, ew in ku HSD’ê bi temamî were hilweşnadin.

Konê Şer li dijî HSDyê:

  • Hin kesan konê şer li Til Hemîsê danî
  • Piştî 3 rojan kon hate rakirin

Di 22 vê mehê de hin kesên xwedî çek û cebilxane ragihandin wan konê şer li Til Hemîsê li dijî HSD’ê danîne lê pêyî ku tiştek li ser erdê were guhertin piştî 3 rojan kon rakirin.

Hate ragihandin ku berpirsin ji hêzên ewlehiya Hesekê û şandeya Serokatiya Sûriyeyê ji bo pêkanîna rêkeftina 29’ê çileyê bi nûnerên konê şer re rûniştine û soz dane ku xwestekên wan bigihînin serokatiya Sûriyeyê.

Heta niha entegresyona HSD’ê di nav Hikûmeta Veguhêz de dewam dike, 3 lîwa li Hesekê û lîwayek li Kobanê hatine diyarkirin, lê tevî wê jî rageşî li dijî HSD’ê ranawestin.

Konê şer

  • Kevneşopiyeke eşîrên Ereb e
  • Di dema seferberiya giştî de tê danîn

Li gorî agahiyan konê şer kevneşopiyeke eşîrên ereb ên li rojhilatê Sûriyeyê û di dema serferberiya giştî, şerên eşîran yên fireh û bangên parastina axê tê danîn. 

Lê KANAL8’ê kon ji destpêkê ve şopand û diyar bû ku ti eşîrên erebî yên mezin ranegihandin ew tev li konê şer dibin.

Eşîrên mezin yên li rojhilatê Sûriyeyê weke, Igêdat, Cibûr, Begara, Şi’êtat, Evadile, Mewalî, Sebxe, Ni’êm, Şemer û Teyî bê deng man û ti daxuyanî nedan.

Li gorî agahiyan, dê rêveberiyên nû yên li Qamişloyê û Dêrikê meclisên xwecihî yên navçeyên ji nû ve saz bikin û dê li gorî demografiya navçeyan be da ku hevjiyana ku di navbera pêkhateyên parêzgeha Hesekê de were parastin.

Nûrhat Hesen

1 DEMJIMÊR BERÊ