ÇEKDAR MALÊN EFRÎNIYAN DIFIROŞIN HEVDU
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdaran dest danîne ser malên welatiyên Kurd û malan difiroşin hevdu di ser de jî ji welatiyên Kurd pere dixwazin.
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê mijara xwestina pereyan ji xwediyên resen ên malan bûye pirsgirêkeke mezin.
Herî dawî kesek vegeriya mala xwe lê dît ku erebên hawirde mala wî firotine hevdu û yên di mala wî de pereyekî mezin jê dixwaze.
Koçberekî Efrînê ku niha li Kobaniyê dimîne ji KANAL8’ê re ragihand, apê wî vegeriya mala xwe ya li Efrînê û dît ku erebekî hawirde tê de ye.
Ew erebê hawirde ji xwediyê malê re gotiye, min ev mal ji kesekî din kiriye, heta piştî ku xwediyê malê kaxezên fermî yên mala xwe şanî erebê hawirde daye lê wî qebûl nekiriye derkeve.
Li gorî agahiyan xwediyê parêzerek girtiye lê parêzer jê re gotiye ew kaxezên rêveberiya Xweser nas nakin.
Welatiyê koçber ji KANAL8ê re ragihand erebê hawirde ji apê wî re gotiye divê ew 40 hezar dolaran bide anku buhayê malê tevahî da ku ji mala wî derkeve.
Bi hezaran ji koçberên Efrînê ji destpêka îsal ve bi rêya 9 karwanan vegeriyan warê xwe û tevî ku rêvebrieya Efrînê soz dabû malên wan tevahiyan vala bike lê heta niha bi sedan kesan malên xwe wernegirtine.
60 XULEK BERÊ