GELO ÎRAN JI ÇÊKIRINA ÇEKA NUKLEERÎ RE AMADE YE?
Şerê Amerîka û Îranê geh germ û geh jî sar dibe. Mijara ku bûye pirsgirêk çekên nukleerî ne. Lê gelo Îran ji bo çêkirina çekên nukleerî amade ye?
Li gorî raporeke Rojnameya New York Timesê ya Amerîkî ku agehî ji çavkaniyên îstixbaratê wergirtine, Rêberê Binind ê Îranê Mûcteba Xamineyî ji bavê xwe Alî Xamineyî zêdetir li dûv çêkirina çeka nûklerî digere û ji ber sedemên xweparêziyê pozisyona pêşxistina programa nûklerî di nava rayedarên Îranê de pêş ketiye.

New York Timesê eşkere kir, rayedarên îstixbarata Amerîkayê tekezî kirine ku ev agahî ne tenê pişta xwe bi agehiyên nû ve girê didin, lê agehiyên beriya kuştina Rêberê Bilind ê Îranê yê berê Alî Xamineyî ne.
Li gorî raporê, tevî navendên îstixbaratî yên rojavayî hertim tekez dikirin ku Tehran dixwaze programa nukleerî pêş bixîne û bi taybetî Îsraîlê diyar kiribû ku di salên dawî de, Îranê di mijara çêkirina çekên nukleerî de gavên şênber avêtine, lê bi giştî rayedarên welatên rojavayî di vê baweriyê de bûn ku Alî Xamineyî di mijara pêşxistina çekên nûklerî de dudil bû.

New York Timesê eşkere kir, niha pozisyona rayedarên ku dixwazin tekez, çeka nukleerî bi dest bixin, xurt bûye. Jiberku çeka nûklerî dikare, Komara Îslamî ya Îranê ji êrîşên Amerîka û Îsraîlê biparêze.
Di destpêka vê hefteyê de rojnameya Wall Street Journalê li ser îdiaya rayedarên Amerîkî û Îsraîlî ragihand, îstîxbarata Îsraîlê texmîn dike, Îranê bi hezaran santrifujên nukleerî veguhestine navçeyekê li herêma Natanzê û ew di bin erdê de bi cih kirine daku ji êrîşên esmanî wan biparêze.
Li gorî agahiyên di raporê de hatine weşandin, ne diyare ku Îranê santrifujên nukleerî ji kîjan navçeyan veguhestine, lê Îranê heta niha destûr nedaye Ajansa Navdewletiya Enerjiya Nukleerî ku wan navendan bibîne. Sekreterê Ajansa Navdewletiya Enerjiya Nukleerî Rafael Grossi jî di meha Adarê de diyar kiribû, Îranê ji sala 2021’ê ve li Çiyayê Kelengê dest bi pêşxistina programa nûklerî kiriye.

Çiyayê Kelengê, du kîlometreyan li başûrê santrala Nukleerî ya Natanzê li Parêzgeha Îsfahanê û 220 kîlometreyan li başûrê Tehranê dûr e. Lûtkeya Çiyayê Kelengê 1608 metreyan bilind e.
Rayedarên Îranê pêbawerin ku êrîşên Amerîkayê nikarin kûrahiya wî çiyayî bikin amranc û bi vê sedemê jî ji hêla bejahî ve hêzeke zêde li derdora navçeyê hatiye bicihkirin daku îhtîmala êrîşa bejahî ya Amerîkayê li wê navçeyê asteng bike.

Li aliyekî din, Îran divê ji bo çêkirina bombeyên nukleerî yuranyûma meyandî bigihîne rêjeya %90 û yuranyûma meyandî ya amadekirî jî li ser kumên fûzeyan bicih bike.
Li gorî nêrîna pisporan, potensiyela Îranê ya amadekirina çeka nukleerî di niha de tune ye û hewcedariya Îranê bi çend salên din ji bo çêkirina çeka nukleerî heye.
2 DEMJIMÊR BERÊ