ÎRO SALVEGERA 10EMÎN A TEQÎNA QAMIŞLOYÊ YE

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Îro salvegera 10emîn a teqîna taxa Xerbî ya li bajarê Qamişloyê ye. Ev teqîn li kolaneke ku çûnûhatin lê pir e pêk hat. Di encamê de 62 welatî şehîd bûn û 177 jî birîndar bûn. 

Di 27ê Tîrmeha sala 2016an nêzî saet 09:15`an teqîneke dijwar li taxa Xerbî ya li bajarê Qamişlo pêk hat. Çekdarên DAIŞê kamyonek bombekirî di demekê de ku xelk berê xwe didin karê xwe, li kolana rêya Amûdê ku yek ji kolanên çûn û hatin lê zêde ye teqand. 

Di encamê teqînê de 62 welatî ku di nav de 3 endamên Hêzên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan, 177 welatî jî birîndar bûn. Li kêlek van amaran li cihê teqînê wêrankirinek mezin çêbû, gelek avahî, dikanên bazirganiyê û binesaziya taxa Xerbî zirar dît.

Ev di dîroka Qamişloyê de yek ji teqînên herî giran û xwînrêj e, dengê teqînê li hemû taxên bajar hate bihîstin, dengvedana wê gihişte bajarê Nisêbîn ê Bakurê Kurdistanê jî.

Ji ber teqînê bandorên mirovî û madî yên kûr derketin holê, bi dehan malbat zarokên xwe winda kirin, malbatên din jî zirar dîtin, ji malbatekê di yek carî de 9 kes bûn qurbanî.

Piştî derbasbûna 10 salan, hîn jî dîwarek li devera teqînê li cihê xwe maye, li ser wî dîwarî bi zimanê Kurdî navê Qamişlo û dîroka komkujiyê anku 27 Tîrmeh 2016 hatiye neqişandin.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ