LI ŞÊX MEQSÛDÊ 4 CIWANÊN KURD HATIN GIRTIN
Li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê çar ciwanên Kurd ji aliyê kesên nenas ve hatin girtin.
Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn–Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo ji KANAL8ê re ragihand, hejmarek ji kesan bi otomobîleke jîp çar ciwanên Kurd li taxê girtin.
Şêxo got, dibe ku ew kes girêdayî Îstixbarata hêzên ewlehiyê bin ku wan nasnameya xwe diyar nekiriye û destnîşan kir, nayê zanîn sedema girtina wan ciwanan çi ye.
Îbrahîm Şêxo got, wan ji nav ciwanan navê yekî tenê zaniye, ew jî Beşar Hesen Osman e.
Ji dema ku hêzên Hikûmeta Veguhêz di şibata bihurî de dest bi ser Şêx Meqsûdê de girtin, rewşa ewlehî li wê taxê nebaş e, berdewam ciwan kurd li ser rêyan tê rawestandin û nasnameyên wan tên xwestin û pirsên weke tu ji ku derê yî tu li vir çi dikî ji wan tên kirin.
1 DEMJIMÊR BERÊ