LEŞKERÊN TIRKIYEYÊ 4 WELATÎ LI SER SÎNOR ÊŞKENCE KIRIN

Kanal8 3 DEMJIMÊR BERÊ

Li ser sînorê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê çend ciwan ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatin êşkencekirin.

Nûçegihanê KANAL8’ê destnîşan kir, di rojên dawî de hejmarek ji ciwanên Dêrazorê ku hewl didin di Kobaniyê re bi qaçaxî derbasî Tirkiyeyê bibin ji aliyê leşkeran ve bi dijwarî hatibûn êşkencekirin.

Di wêneyan de cihên êşkenceya dijwar li ser pişta welatiyan diyar dibe.

Li gorî amarên Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), îsal 9 welatiyên Sûriyeyê bi destê leşkerên Tirkiyeyê li ser sînor hatine kuştin û 41 kesên din bi dijwarî hatine êşkencekirin.

Gelek ji welatiyên Sûriyeyê ji ber rewşa mirovî û ewlehî ya xerab hewl didin ji welatê xwe birevin û berê xwe bidin welatên derdora Sûriyeyê.

Kanal8

3 DEMJIMÊR BERÊ