LÊPIRSÎNA GULÎSAN DOKUYÊ BERDEWAM DIKE
Di lêpirsîna Gulîstan Dokuyê de, ji 15 parêzgehan 18 gumanbar hatin binçavkirin.
Lêpirsîna der barê xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ya 21 salî ya di 5ê Çileya 2020an de li Dêrsimê hat windakirin dewam dike.
Duh danê sibê ji aliyê Fermandariya Cendirmeyên Parêzgeha Erziromê ve li Nevşehîr, Stenbol, Isparta, Bîlecîk, Bursa, Çanakkale, Ordu, Aydin, Amed, Qeyserî, Enqere, Erzîngan, Eskîşehîr, Îzmîr û Antalyayê operasyonên hemwext hatin lidarxistin.
Di encama operasyonê de li dijî 18 gumanbaran, ku di nav wan de serleşkerê polîsan, efserê polîs, sermufetîşek, mufetîşek, serleşkerê polîsan, 10 efserên polîs, operatorê komputerê û 3 efserên polîs ên malnişîn hebûn, doz hatin vekirin.
Wezîrê Dadê Akın Gurlek bi daxuyaniyekê li ser medyaya civakî derbarê operasyonê de daxuyanî da.
Gurlek got, "Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de, ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Erziromê ve li 15 parêzgehan li dijî 19 gumanbaran operasyoneke hemwext hat lidarxistin. Guman hatibû kirin ku di belgeyan de destwerdan hatibe kirin û di vê çarçoveyê de operasyon hat kirin. Li navnîşanan lêgerîn hat kirin û 18 gumanbar hatin binçavkirin."
Duh, Parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel, polîsê parêzvanê wî Şukru Eroglu û polîsê malnişîn Ertok ji bo girtina îfadeyan ji girtîgeha ku lê dihatin girtin, birin Dadgeha Erziromê.
Dozgerê Erziromê li dadgehê careke din îfadeya her sê gumanbaran wergirt.
Dadgehê bi tohmetên "xerakirin, tinekirin an jî guhertina agahiyên di pergala înformatîk de", "bêparkirina kesan a ji azadiya wan", "talana giran" û "bidestxistina agahiyên kesane ya bi awayekî derqanûnî" biryara girtina her sê gumanbaran da.
Dadgehê Tuncay Sonel ji ber sûcên "bidestxistina agahiyên kesane ya bi awayekî derqanûnî", "tinekirin an jî veşartina belgeyên fermî" û "veşartin, guhertin û tunekirina delîlên sûc" girtibû.
Lêpirsîna doza Gulistan Dokuyê li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê tê dîtin lê lêpirsîna Tuncay Sonel jî li Erziromê didome.
3 DEMJIMÊR BERÊ