HELEZWAR MÎTANÎ: KURD XWEDIYÊN VÊ AXÊ NE
Helezwar Mîtanî derbarê entegrasyona leşkerî axivî û got, "Dê di nav artêşa Sûriyeyê de gelek guhertin çêbibin."
Berpirsê Ragihandin û Peywendiyên Herêma Rojhilat di Wezareta Parastina Sûriyeyê de Helezwar Mîtanî derbarê pêvajoya entegrasyonê û tevlîbûna Kurdan ji bo nav artêşa Sûriyeyê ji Nûçe TVyê re nirxandinên girîng kir.
Mîtanî naskirina mafên Kurdan di Sûriyeya nû de wekî hêleke sereke destnîşan kir û da zanîn ku divê Kurd di Sûriyeya nû de bê par nemînin û eger mafên Kurdan nehatin naskirin wê demê nayê qebûlkirin.
Helezwar Mîtanî derbarê pêvajoya entegrasyonê jî da diyarkirin ku ew dê pêvajoya entegrasyona leşkerî heta dawî bimeşînin û entegrasyona leşkerî gavên xwe yên dawî diavêje.
Mîtanî di heman demê de da zanîn ku dê di nav artêşa Sûriyeyê de gelek guhertin çêbibin.
Mîtanî li ser tevlîbûna ciwanên Kurd nav artêşa Sûriyeyê jî wiha pê de çû: Berê ciwanên Kurd tevlî artêşa Sûriyeyê nedibûn. Ciwanên şoreşa 19ê Tîrmehê niha endamên lîwayan e.
Helezwar Mîtanî bal kişand li ser mafên Kurdan di Sûriyeya nû de û wiha anî zimên: Kurd xwediyên vê axê ne û Kurdan biryar dabû venegerin beriya 2011an. Girêdana Kurdan bi artêşa nû ya Sûriyeyê ve li ser dayîna maf dimîne.
2 DEMJIMÊR BERÊ