DEM PARTÎ BI ROJEVA PÊVAJOYÊ CIVIYA
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê bi rojeva qanûna çarçoveyê civiya.
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nîqaşkirina pêşnûmeya "qanûna çarçove" ku tê payîn di çarçoveya pêvajoyê de pêşkêşî Parlamentoyê were kirin, civiya.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, li Navenda Giştî ya Partiya DEMê civiya.
Hat hînbûn ku civîn dê li ser pêvajoya siyasî, pêşnûmeya "qanûna çarçove" ku tê payîn pêşkêşî Lijneya Giştî ya Parlamentoyê were kirin, Konferansa Kongreya Mezin a ku dê di 5-6ê Îlonê de were lidarxistin û amadekariyên berdewam ên ji bo 5emîn Kongreya Mezin a Asayî ya ku ji bo 20ê Îlonê tê plankirin, were nîqaşkirin.
Di civînê de dê plana 15 rojî ya DEM Partiyê jî were nîqaşkirin.
2 DEMJIMÊR BERÊ