DEMA KARKIRINÊ YA PARLAMENTOYA TIRKIYEYÊ HAT DIRÊJKIRIN
Dema karkirinê ya Parlamentoya Tirkiyeyê hate dirêjkirin û parlamento dê heta 6ê Tebaxê xebatên xwe bidomîne.
Dihat payîn ku di dawiya Tîrmehê de parlamentoya Tirkiyeyê bikeve bêhnevdanê lê dema karkirina wê heta 6ê meha Tebaxê hat dirêjkirin.
Parlamentoya ku dihat payîn di 1ê Tîrmehê de bikeve bêhnevedanê, di civîna 16ê Hezîranê ya Lijneya Giştî de biryar hat girtin ku xebatên xwe bidomîne.
Parlamentoyê di civîna duh a Lijneya Giştî de bi pêşniyara komê ya AK Partiyê ve dema karkirina xwe heta 6ê Tebaxê dirêj kir.
Parlamento, dê xebata xwe ya ji bo temamkirina guhertinên Qanûna Xwendina Bilind, rêziknameyên derbarê "Qanûna Parastina Zarokan", peymanên navneteweyî û lêkolînên "qanûna çarçove" yên di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de bidomîne.
2 DEMJIMÊR BERÊ