LI ÇEND DARISTANÊN TIRKIYE Û BAKURÊ KURDISTANÊ ŞEWAT DERKETIN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Ev çend roj in şewat li daristanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê çêbûne û bi dehan donim erd û daristan şewitîne.

Di du rojên dawî de, li Antalya, Uşak, Mugla, Mersîn, Balikesîr, Manisa û Samsûrê li hin deverên erdên çandiniyê û daristanan şewat derketiine.

Li gorî daxuyaniyên parêzgehan, hin ji şewatan hatine kontrolkirin, lê şewatên daristanan li Antalya û Muglayê berdewam dikin û bi dehan tîmên agirkujiyê hewl didin ku wan vemirînin.

Ji ber şewatan Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi dehan donim erdên çandiniyê û daristan şewitîne.

Li gorî amarên fermî, par li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 3,224 şewat derketine û zêdetirî 81,000 hektar erdên çandiniyê û daristan şewitîne.

Li gorî amaran, di pênc salên dawî de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê 14 hezar û 553 şewat derketine û 276 hezar û 780 hektar erdên çandiniyê û daristan şewitîne.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ