SERNAVÊN QANÛNA ÇARÇOVE HATIN EŞKEREKIRIN

Sidar Basut 2 DEMJIMÊR BERÊ

Çarçove yasaya ji bo pêvajoya çareseriyê dê hefteya bê pêşkeşî lîjneya giştî ya parlamentoyê bê kirin. 

Li gorî çavkaniyan, reşnivîsa rêziknameya nû gelek mijarên girîng ên wekî mekanîzmayên şopandinê, mercên vegera malê û berdana bişert dihewîne.

Çavkaniyên siyasî destnîşan dikin ku, di bin banê Serokatiya Parlamentoyê komeke şopandinê ku ji 17 parlamenteran pêk tê dê bê avakirin.

Parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç got, “Ji bo ku li ser vê mijarê lihevhatinek çêbibe, em di navbera partiyan de hevdîtinan dikin. Ji bo derketina qanûnê, gelekî girîng e ku di navbera partiyan de û ji bo desthilatê jî lihevhatinek pêk bê. Eger ev lihevhatin pêk bê, derbarê naverokê de hem bi desthilatê re hem jî bi partiyên opozisyonê re derbasbûna qanûnê ji parlamentoyê dê zêde wext negre.”

Qanûna çarçove, ji  bo kesên ku tevlî ti sûcan nebûne, tûmetbarbûna endamtiya rêxistinê dê bê rakirin û rê li ber vegera wan a bo Tirkiyê bê vekirin.

Dê lijneyeke taybet a ji nûnerên ewlehiyê û wezaretên têkildar pêk tên, di bin banê Serokomariyê de bê ava kirin. 

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Mustafa Bîlîcî wiha anî zimên: Em li bendê ne ku ev yasaya çarçove amade be û hefteya bê were pêşberî komîsyonê, piştre jî were Lijneya Giştî.  Bi  tekezî  hat diyarkirin ku rêveberên rêxistinê dê li derveyî vê çarçoveyê bin. Digel vê yekê, pêvajoya berdana endamên rêxistinê yên di girtîgehan de dê hêsantir bibe. Her wiha di wezaretên peywendîdar de dê desteyeke çavdêriyê were avakirin.

Li gorî agahiyên piştperdeyê, reşnivîsa qanûna çarçove de nêzî 1800 kesên ku çek bikaranîne dê di derveyî vê rêziknameyê de bimînin. 

Sidar Basut

2 DEMJIMÊR BERÊ