LI QAMIŞLOYÊ FESTÎVALA GENIM BI RÊ VE DIÇE
Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ
Îro li bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê Festîvala Genim a salane bi rê ve diçe.
Di festîvalê de cûrên cuda yên berhemên ji genim tên çêkirin tên nîşandan.
Festîval li Lîstgeha 12ê Adarê ya bajarê Qamişloyê bi rê ve diçe û komîteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser serpereştiya festîvalê dike.
Festîvalê îro demjimêr 8ê sibehê destpê kir û heta 8ê şevê berdewam dike.
Beşdarbûyên festîvalê, cûrên genim ên ku li herêmê tên çandin û berhemên ji genim tê çêkirin wek kulîçe û nan û hin xwarinên xwemalî yên berhemê genim nîşandan.
Her li bajarê Qamişlo biryar e sibe Mîhrîcana Havînê jî destpê bike û bo dema 5 rojan berdewam bike, Mîhrîcana Havînê dê li Parka Newrozê ya bajarê Qamişloyê bi rê ve biçe.
Kanal8
2 DEMJIMÊR BERÊ