XWEDANÊN JENERATORÊN AMÛDÊ GEFA VEMIRANDINÊ DIXWIN

Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ

Xwedanên jeneratorên bajarê Amûdê gefa vemirandina jeneratoran dixwin û radigihînin heta niha wan para xwe ji mazotê wernegirtiye.

Komeleya Jeneratorên Amûdê ragihand, biryar bû duh 28ê mehê, mazot bi ser xwedanên jeneratoran de bihate biparvekirin, lê heta niha nigihaye destê wan, lewma en neçar in di çend saetên pêş de, jeneratoran vemirînin.

Li Bajarê Amûdê, 49 jenerator hene û kehrebayê ji bo mal û bazara bajêr peyda dikin.

Li bajarê Amûdê kehrebeya niştimanî, 5 heta 6 saetan tê dayîn, lê nehamû rojan kehrebeya niştimanî tê dayîn.

Kanal8

2 DEMJIMÊR BERÊ