BÊKARÎ LI BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ DAKETIYE %7.6
Rêjeya bêkariyê li Tirkiyeyê gihîştiye asta herî nizm a 21 salên rabirdû. Bêkarî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê daketiye %7.6
Rêjeya bêkariyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê gihîştiye asta herî nizm a 21 salên rabirdû ku ji sedî 7.6 e. Rêjeya bêkariyê ya herî bilind li Tirkiyeyê di nav ciwanên 15 û 24 salî de ye.
Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK), bêkarî di nav kesên ji 15 salî mezintir de di meha Hezîranê de ji sedî 0.5 kêm bûye û gihîştiye ji sedî 7.6.
Li gorî raporê, di meha Hezîranê de 168,000 bêkar kar dîtine, ev yek jî hejmara bêkaran li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê gihandiye 2.688 milyon.
Ev rêjeya bêkariyê ya herî nizm e ji Kanûnê vir ve.
Derbarê bêkariya ciwanan, raporê nîşan da ku di meha Hezîranê de bêkarî di nav kesên 15 heta 24 salî de ji sedî 1.8 kêm bûye û daketiye ji sedî 12.8.
3 DEMJIMÊR BERÊ