DEM PARTIYÊ HEVŞAREDARÊ TETWANÊ JI ERKÊ DÛR XIST
Kanal8 2 DEMJIMÊR BERÊ
Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê ragihand ku li dijî Hevşaredara Tetwanê Mumîn Erol pêvajoyek dîsîplînê hatiye destpêkirin.
Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) ragihand ku li dijî Hevşaredarê Şaredariya Tetwanê ya Bedlîsê Mumîn Erol pêvajoyek dîsîplînê dest pê kiriye.
Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hatin nivîsandin: Li dijî Hevşaredarê me yê Tetwanê Mumîn Erol pêvajoyek dîsîplînê hatiye destpêkirin. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî saxlem û bêalî were meşandin, wek tedbîrek erka Mumîn Erol wekî hevşaredar demkî hatiye cemindandin. Pêvajoya dîsîplînê dê di zûtirîn dem de biqede, û daxuyaniyên pêwîst dê ji raya giştî re werin dayîn.
Kanal8
2 DEMJIMÊR BERÊ