PIŞTÎ 14 SALAN, YEKEM GEŞTA ESMANÎ DEST PÊ KIR

Nûrhat Hesen 2 DEMJIMÊR BERÊ

Piştî 14 salan ji rawestînê, yekem geşta esmanî di navbera Almanya û Sûriyeyê de dest pê kir.

Yekem geşta kompanyaya LEAV Aviation ji bajarê Doseldorfê giha Balafigeha Şamê ya Navneteweyî.

Geşt bi amadebûna Berpirsê Balyozxaneya Sûriyeyê li Berlînê ber bi Şamê ve firiya bû û her wiha Berpirsê Balyozxaneya Almanyayê li Sûriyeyê Markos Hêkin ve hatibû pêşwazîkirin.

Di heman demê de medayaya Sûriyeyê ragihand, Balafirgeha Dêrazorê hatiye amadekirin û dê 3 tebaxa bê, yekem geştên esmanî ji Dêrazorê biçe Şamê û dê her geştek bi derdora 49 dolaran be.

Nûrhat Hesen

2 DEMJIMÊR BERÊ