Jîriya çêkirî bandoriyê liser %40ê hêza kar çêdike
Li gorî encamên lêkolînekê, ku ji aliyê Sindoqa Diravan ya Navdewletî ve hatiye kirin, dibe ku teknolojiyaya jîriya çêkirî bandoriyê liser %40ê hêza kar li seranserî cîhanê çêbike.
Pêşketina teknolojiyaya jîriya çêkirî ku li hemû cihanê wek pêşketineke mezin tê ditin, lê potansiyela wê teknolojiyê li hember hêza kar, gûmanên li hember wê jî zêde kiriye.
Li ser vê mijarê, Sindoqa Diravan ya Navdewletî lêkolînek taybet pêkanî û lêkolîn derbarê bandoriyên jîriya çêkirî li hember hêza kar û hevsengiya dahatê kir.
Li gorî encama lêkolînê, dibe ku jîriya çêkirî ji aliyê pirsgirêkên jîriya hurgiliyê, ku karê profesyonelên xwendina bilinde, herwiha di karên ku pêdivî bi çareserkirina problemên hestiyar û şiroveyên aloz heye, cîhê mirovan bigre.
Di heman raporê de hatiye diyar kirin, dibe ku bandoriya jîriya çêkirî li ser aboriyên pêşketî yên cîhanê, %60ê derbas bike.
15/01/2024