Di êrîşa Amerîkayê de 16 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin

Hêriş Celal 03/02/2024
Di êrîşa Amerîkayê de 16 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin
Di êrîşa Amerîkayê de 16 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin

Desteya Heşda Şeibî ragihand, bi sedema êrîşên Amerîkayê, 16 çekdarên wan hatine kuştin.

Îro 3ê Sibata 2024an, Desteya Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de ragihand, di encama êrîşên esmaniyên Amerîkayê de, 16 çekdarên wan hatine kuştin û 36 çekdarên din birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, heya niha termên hejamarek endamên Heşda Şeibî windane û nehatine dîtin.

Desteya Heşda Şeibî ragihand, êrîşên Amerîkayê, binpêkirineke eşkere ya serweriya axa Iraqê ye û bûye sedema tirsandina welatiyan û ew erîş dijî tevahiya yasayên navdewletî ne.

Hêriş Celal

03/02/2024