Hikûmeta Tirkiyê bi serokatiya Erdogan dicive

Dewran Mehmûd 12/02/2024
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, ku di navendê de ye, serokatiya yekemîn civîna kabîneya nû ya hikûmeta nû li Koşka Serokomariyê li Enqerê dike, roja Çarşemî 25ê Gulana 2016an.(Xizmetguzariya Çapemeniyê ya Serokatiyê/Wêne AP)
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, ku di navendê de ye, serokatiya yekemîn civîna kabîneya nû ya hikûmeta nû li Koşka Serokomariyê li Enqerê dike, roja Çarşemî 25ê Gulana 2016an.(Xizmetguzariya Çapemeniyê ya Serokatiyê/Wêne AP)

Hikûmeta Tirkiyê bi serokatiya Erdogan bicive. Yek ji mijarên ku tên gotûbêjkirin, serdana Wezîrê Berevaniya Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.

Civîn îro duşemê demjimêr di 14:00 de li Enqereyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê-Receb Erdogan destpêkir.

Li gorî medyaya Tirkiyê, di civîna civata wezîran de dê çend mijarên navxweyî yên weke bilindbûna enflasyonê û pêkanîna mekanîzmayên guncaw ji bo kêmkirina wê bên gotûbêjkirin.

Derbarê siyaseta derve, dê li ser çendîn mijarên balkêş biaxivin, bi taybetî serdana Wezîrê Berevaniya Tirkiyê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê-Yeşar Gûler û Serokê Erkana Giştî-Matîn Gurak roja 6ê Sibata 2024ê piştî ku ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokomarê Iraqê-Letîf Reşîd û Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê-Qasim El-Eracî hevdîtin pêk anîn, gihîştin Hewlêrê.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê roja 7ê sibatê li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistan-Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr-Mesrûr Barzanî û bi Cîgirê Serokwezîr-Qubad Talebanî  û Serokê PDK-Mesûd  Barzanî re civiya.

Di civînê de serdana Erdogan ji bo Misirê û kirîna balafirên şer ên F-16 ji Amerîkayê jî tê gotûbêjkirin. Biryar e Erdogan di 14ê vê mehê de serdana Misrê bike.

Tê zanîn ku Erdogan piştî civîna lijneya wezîran dê civîneke çapemeniyê lidarbixe û biryarên civînê eşkere bike.

Dewran Mehmûd

12/02/2024