Nêçîrvan Barzanî: Nakokî û hevrikî ezmûnên tehl in
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, nakokî û hevrikî ezmînê tehlin û zirar li stato, derfet û destkeftiyan dane û divê hemû alî bi hevre ji bo derbaskirina astengî û dijwariyan bixebitin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera Serhildana welatiyên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand. Nêçîrvan Barzanî diyar kir, Serhildan bi bawerî û îradeya mezin ya gelê Kurdistanê ji bo azadî û serfiraziyê, bi yekîtiyê bi encam bû û destkeftiyên destûrî li Iraqa Fedral bicih kir.
Her wiha destnîşan kir ku di rewşa niha de, dikarin bi yekîtiyê li hember gefên li ser sîstema federal, maf, destkeft û statoya destûrî ya Herêma Kurdistanê xwe biparêzin û pêşerojeke baş ji no nifşên nû misoger bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, armancên pîroz yên Serhildanê yên jiyan, azadî, demokrasî, civakek aram û pêşkeftî li Kurdistana xurt ku dergoşa jiyana hevpar û lêborÎnê ye, bi tenê bi rêya xebata hevpar û helwesta hevpar dê bên bi dest xistin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “ Dîrokê selimand ku nakokî û hevrikî, ezmûnên tehlin û ji ber vê yekê, zirarek zêde li stato, derfet û destkeftiyan ketiye. Bi vê sedemê, divê ev yek derse û nexşerêya karên me be daku bi bawerî û hêviyek xurt, hemû alî dest di nav dest bikin û hewla derbaskirina astengî û dijwariyan ji bo misogerkirina pêşerojek baştir ji bo nivşên nû bidin.
Îro sêşemî 5ê adarê, 33 sal bi ser serhildana sala 1991an ya welatiyên Herêma Kurdistanê li dijî rejîma Beis re derbas bûn. Serhildan ji bajarê Raniyeyê dest pê kir û ji ber wê yekê navê Deriyê Serhildanê lê hate kirin. Serhildana welatiyên Herêma Kurdistanê heya 21ê adarê ya sala 1991an berdewam bû. Di wê rojê de Kerkûk hate azadkirin û bi temamî dawî li hebûna desthilatê Beisê li Başûrê Kurdistanê hate anîn.
05/03/2024