Mesûd Barzanî: Divê destkeft, armanc û nirxên Serhildanê bên parastin

Dewran Mehmûd 05/03/2024
Serokê Partiya Demokratîk ya Kurdistanê Mesûd Barzanî
Serokê Partiya Demokratîk ya Kurdistanê Mesûd Barzanî

Serokê PDKê Mesûd Barzanî bi boneya 33. Salvegera Serhildana Herêma Kurdistanê, peyamek weşand û got," Divê destkeft, armanc û nirxên Serhildanê bên parastin.

Îro 5ê Adara 2024an, Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek weşand. Tevî ku bi boneya salvegera Serhildanê pîrozbahî li malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê kir, diyar kir, Serhildan berdewamiya têkoşîna bi dehan salan e û berhema berxwedan, ked û xwîna gel û hêzên têkoşer yên Kurdistanê bû û destpêkeke û hêviyek nû di jiyana gelê me de afirand”.

Serokê PDKê anî ziman, peyama Serhildanê zelal bû, tevî xurtbûna dagirkeran, vîna jiyana bi rûmet û azadîxwaz hertim di nav mirovên Kurdistanê de hebûye û dê her tim bimîne.

Mesûd Barzanî diyar kir, destkeftên Serhildanê milkên gelê Kurdistanê û nifşên paşerojê ne û nabe di tu rewş û di bin tu fişaran de bê ji bîr kirin.

Dewran Mehmûd

05/03/2024