Polîtburoya YNKê derbarê pirsa hilbijartinan dicive

Hêriş Celal 15/03/2024
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê

Îro li bajarê Silêmaniyê Polîtburoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê bi serokatiya Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî dicive û pirsa hilbijartinên parlementoya Herêma Kurdistanê gotûbêj dike.

Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre ji Kanal8ê re diyar kir, bi serokatiya Bafil Celal Talevanî, Polîtburoya partiya wî dicive û pirsa amadekariyên YNKê ji bo hilbijartinan gotûbêj dike.

Derbarê pirsa avakirina hevpeymaniyan, Berdevkê YNKê da zanîn, YNKê heya niha biryara avakirina hevpeymaniyê bi partiyên din re nedaye.

Komisyona Bilind ya Hilbijartinan ya Iraqê, rojên 14 heya 22ê Adarê, ji bo pêşkêşkirina navên berbijêr, partî, lîste û havpeymaniya diyar kiribû.

Hêriş Celal

15/03/2024